PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Ali Zeydi ragihand ku ji xwe re kirine armanc ku petrola di ser rêya Ceyhan, Banyas û Akabe de dişînin zêde bikin û di nav 6 salan de îxracata petrola xwe derxin 8-10 milyon varêlî. Zeydi her weha got ku wê bi gendelî, bertîl û ruşwetê re têkoşîna xwe dewam bikin.
Zeydi ragihandina xwe di axaftinan xwe ya li Bexdayê di Konferansa Diyalogê ya 8.em de kir. Zeydi ragihand ku dixebitin da îxracata xwe ya di ser lîmana Ceyhanê de zêde bikin û ji bo di ser lîmana Banyasê û Akabe de jî bidin destpêkirin, dixebitin.
Iraq dixebite da di çarçova biryara OPECê de para petrola ku bê îxrackirin zêde bike û di nav 6 salan de îxracata Iraqê bigihînin 8-10 milyon varêlî.
Zeydî got ku Iraq li ser navê herêmê û dinyayê bi DEAŞê re têkoşînê kiriye û li gor nûfûs û rezervên petrola xwe, ji îxracata dinayê para xwe divê bistîne.
Zeydi got ku li Iraqê ti îhtîmal tine ku şerekî leşkerî di nav Iraqê de bibe û temamê hêzên siyasî hemfikrin ku çek di destê dewletê de be. Ji bo çekan teslîmê dewletê bikin, li ser avakirina mekanîzmayekî dixebitin û dê nehêlin ku dijminên Iraqê derfetan bibînin da valahiyên nava welat îstîsmar bikin.