Trump, 2 şîrketên mezin yên petrolê anî pêşberê hev

Trump, 2 şîrketên mezin yên petrolê anî pêşberê hev

PeyamaKurd – Trump piştî di sektora petrolê ya Venezuela de peyman çêkir, di navbera şîrktên enerjiyê yên mezin de reqabetê geş kir. Rêvebiriya Washingtonê bi şîrketa North American Blue Energy Partners ê (NABEP) re bû ortax, piştî şîrketa Chevronê, bû şîrketa duyemîn ya hilberînerê petrolê li Venezuelayê.

Li Venezuelayê karsazê Venzuelayî Alejandro Betancourt şîrketa NABEPê bi rêve dibe, di çarçoveya peymana bi DYA re, di 17 sehayên petrolê de, ji bo petrolê pêştir bixe, 100 sal heq bi dest xist. Tê gotin ku di wan sehayan de 65 milyar varêl petrol heye.

Ofîsa sermayê ya wezareta bergiriya Amerîkayê, di şîrketa girêdayê NABEP de, dê bibe xwediyê %35 sermaye. Şîrketa wezareta Amerîkayê li ser maliyeta petrolê, dê karibe %20 petrolê bifroşe.

NABEP, dixwaze bilez hiberîna petrolê zêde bike, dixwaze ji 200 hezar varêlî hilberînê derxe 1 milyon varêlî. Ji bo vê jî, divê ji bo avahiyên bingehîn û zêdekirina kapasîta xwe ya petrolê 100 milyar dolar veberhênanê bike.

Plana pêşdebirina şîrketa NABEPê, ji bo şîrketa Chevronê şertên reqabetê çêdike ku niha piştî Chevronê di rêza duyem de şîrketa NABEP heye.