PeyamaKurd – Yekîtiya Navdewletî ya gihandina Hewayî IATA ragihand ku dibe xebatkarên di sektora karên hewayî de bi sedema Kovid-19 ê 4,8 mîlyon kes karê xwe wenda bike an karê wan ji destên wan here.
IATA bi awayekî nivîskî ragihandiye ku li seranserê dinyayê daxwaza geştûguzariyê an ku seyahetê %75 kêm bûye. Ragihandina IATA yê wehaye:
“Bandora benddanîna sînoran û tedbîrên karantînayê kir ku hindik maye endustriya sektora hewayî bê girtin. Balafira danî erdê, avahiyên bingehîn û kapasîta hilberînê avête ser sergo. Em bang li hukumetan dikin ku bilez mudaxeleya felaketa îstîhdamê bikin û desteka malî bidin sektorê.”
Rêvebirê giştî yê sektorê yê IATA Alexandre de Juniac li ser mijarê peyamekî nivîskî belav kir û got:
“Karên hewayî bi bobelateka îstîhdamê re rû bir û ye ku heya niha nehatiye dîtin. Şîrketên hewayî maliyetan kêm kirin lê di van şertan de tenê perê neqdî bo 8,5 an ma. Bi sedema pandemiyê heya niha bi deh hezaran kes karên wan ji destên wan çû û eger hukumet desteka malî nedin, wê bi sed hezaran xebatkar ji kar derên û bê kar bimînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin