PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê bi sedema dewleta Çînê di seha otomotîvê de nikare xwe li ber Çînê bigre, xwe ji bo stratejiyekî nûh amade dike. Ewrûpa otomobîlên bi benzin û mazotê dixebitin qedexe kiribû lê dît ku zerarê dike. Wê di sala 2035an de temamê otomobîlên bi petrolê dixebitîn ji ortê rakirina.
Niha Ewrûpa ji bo karibe bi Çînê re reqabetê bike, hinek qanûn û qaîdeyên xwe sist dike. Heya niha bazara xwe ji bo otomobîlên Çînê vekir ku maliyeta wan gelek erzane. Çîn di teknolojiya bataryan de gelek li pêşe maliyeta otomobîlên Çînê kêm e
Siyasetmedarên Ewrûpayê êdî dîtin ku nikarin bi Çîne re reqabetê bikin û xwe hinek nerm kirin. Niha YE wê îznê bide ku şîrketên mezin ava bibin û karibin bi maliyetekî kêm hilberîna otomobîlan bikin da karibin bi Çînê re reqabetê bikin.