PeyamaKurd – Banka Navendê ya Amerîkayê FED biryara xwe ya faîza dewreyî ragihand. FEDê vê carê jî nisbeta faîza xwe neguhert û di navbera 3,5-3,75an de sabît hişt.
Komîta Bazara Vekirî ya Federal (FOMC) biryara xwe bi 11 dengên erênî û 1 redê da. Di biryarê de bandora talûkeyên kureyî û bendeyên enflasyonê bûn sedem.
FEDê di biryarê de balê kişand ser krîza Rojhilata Navîn û Hurmizê ku di navbera DYA û Îranê de krîza mezin heye û dibin sedema nezelaliya aboriyê.