PeyamaKurd – Rêveberiya Herêma Kurdistanê hawirdekirina otomobîlên ku li derveyî welat qeza dikin û xisara wan çêdibe qedexe kir.
Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji 1ê tîrmehê û pê ve nabe êdî otomobîlên ku li derveyî welat qeza kirine bêne hawirdekirin.
Kerîm Şingalî da zanîn ku ew biryar ji bo selametî û parastina welatiyan hatiye wergirtin û ew hemû bazirganên otomobîlan û welatiyan agahdar dikin ku êdî ji derveyê welat wesayîtên qeza dikin û xisara wan çêdibe neyînin.
Li Herêma Kurdistanê û Iraqê her sal bi sed hezaran wesayîtên ku qeza kirine û xisara wan çêbûne di serî de ji welatê Îmaratê û ji welatên cînar tên hawirdekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin