PeyamaKurd - Berpirsê giştî yê xanenişîniyê li Herêma Kurdistanê Hazim Goran ragihand ku her xanenişînên ku koda wan a bîometirî nebe, mûçeyê wan nayê dayîn.
Berpirsê giştî yê xanenişîniyê li wezareta darayî û aborî ya Kurdistanê Hazim Goran ji BasNewsê re daye xuyakirin, “Me beriya niha daxwaz ji xanenişînan kiribû navê xwe di sîstema bîometrî de tomar bikin û koda xwe jî li ba xwe hildin lê hinek ji wan hîn ev nekirine.”
Hazim Goran got, ji ber wê jî emê vê mehê mûçe bidin wan, lê meha din êdî kî koda xwe ya bîometrî neyîne em mûçe nadinê.
Hêjayî gotinê ye, li Herêma Kurdistanê zêdetirî 250 hezar kesên xanenişîn hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin