Hyundai, di 57 salan de 100 mîlyon alav hilberand

Hyundai, di 57 salan de 100 mîlyon alav hilberand

PeyamaKurd - Hyundai Motor Company ragihand ku di nav 57 salan de 100 mîlyon alavan hilberand û di sanayiya otomotîvê de ciyekî baş girt. Alava 100em mîlyonê ya bi navê IONIQ 5 e û bi merasimekî taybet teslîmata wê ji xwediyê wê re kirin.

Li gor ragihandina şîrketê; Hyundai Motor Company, di dîroka xwe de hilberîna 100 mîlyon alavan girîng dibîne û merasima pîrozbahiyê li Kore ya Başûr li bajarê Ulsanê di fabrîkê de kir.

Di nav jimara hilberînê de, marka şîrketê Premium Genesis, marka performansa wê bilind N û modelên IONIQ hene. Şîrket, ciyên hilberîna wan li Hindistanê, Tirkiyê, DYA û li Çekyayê hene, daîma pêşde diçe, xwe fireh dike li Singapurê navenda mobîlîta bajarî ya bi aqil ava kiriye û di sehayekî cuda de dimeşe.

Şirketa Hyundai ne tenê di seha otomobîlan de lê di seha alavên elektrîkî, di seha makînên kar, motor û gelek alavên din de hilberînê dike.

Ev nivîs 13714 car hatiye xwendin.