PeyamaKurd – Bajarê Kocaeliyê yê Tirkiyê navendekî sanayiyê ye û hilberîna gelek otomobîlên biyanî li wê derê dibe.
Modela marka Hyundai ya ku bi temamî bi elektrîkê dê bixebite, ji bilî Kore wê li bajarê Kocaeliyê bibe. Di merasima vekiriba tesîsê de wezîrê sanayî û teknolojiyê yê Tirkiyê Mehmet Fatih Kacır jî amade bû.
Modela nû ya IONIQ 3 ya marka Hyundai yê wê li wê derê çêbibe. Hyundai 30 sale ku di heman tesîsan de dixebite û malê Kore ya Başûr e.
Di tesîsan de heya niha 13 modelên cuda yên Hyundai li Kocaeliyê an ku li bajarê İzmitê tên hilberîn. Ji sala 2002an heya niha jimara hilberîna xwe ji 50 hezarî derxistiye 230 hezarî. Wê Hyundai bi veberhênana 250 milyon Avroyî, di asta yeklem de dê 30 hezar IONIQ3 hilberîne ku bi temamî bi elektrîkê dixebite.