PeyamaKurd – Rêvebirê çandiniyê yê bajarê Hasekiya Binxetê, Hayil el-Keleş ragihandiye ku bende ne hilberîna pembû li bajarê Hasekiyê û dora wê bigihê 45 hezar tonî.
Keleş ragihandiye ku li seranserê bajarê Hasekiyê îsal çandina pembû di 11 hezar û 898 hektarî de bûye û serê donimê dê li dora 380 kîlo pembû bide.
Keleş ragihand ku di sala 2025an de araziyê pembû tê de çandin 6 hezar û 333 hektar bû û miqdarê pembûyê jê sitendin 22 hezar ton bû. Keleş got:
“Lêkolînên me yên li ser destnîşankirina bihayê kiloya pembû dewam dikin. Armanca me destnîşankirina bihayê pembûye ku em ê maliyetê bidin ber çav û ji bo cotyaran bi dadwerî karekî maqûl bihêlin.”
Keleş her weha got ku li bajarên Reqqa û Derezorê 2 navendên civandina pembû vedibin û li bajarê Hammayê 2 tesîsên çirçirê vekirine.