Mesrûr Barzanî: “Zêdekirina hilberîna petrolê gelek girîng e”

Mesrûr Barzanî: “Zêdekirina hilberîna petrolê gelek girîng e”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtina bi maslahatguzarê Amerîkayê Steven Fagin re, ya li Erbîlê de, êrîşên ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û di avakirina kabîna nûh de, îstîqrara herêmê û hilberîna petrolê de, bi yek dengî biryardariya xwe ragihandin.

Ofîsa serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê îro (14 Eylûl 2026 roja Duşemê) ragihand ku serokwezîr Mesrûr Barzanî maslahatguzarê DYAyê Steven Fagin qebûl kiriye hevdîtinê.

Di hevdîtinê de behsa xwurtkirina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û DYAyê, xwurtkirina hevkariyê, li ser rewşa Iraqê û rewşa giştî ya herêmê kirine.

Her dû teref êrîşên ser Kurdistanê şermezar kirine û behsa girîngiya aramî û parastina îstîqrara Kurdistanê kirine. Li gor daxwuyaniyê; her dû teref li ser zêdekirina hecma bazirganiyê, mafên destûrî, di çarçoveya parastina mafên darayî de, ji bo rewşa darayî ya Iraqê baş bikin û dahata Iraqê zêde bikin, divê dahata petrola Kurdistanê zêde bikin, koordînsayona navbera Herêma Kurdistanê û hukumeta federal pêşdetir bikin û li ser girîngiya van babetan li hev kirin.

Her dû teref ragihandin ku divê parlementoya Kurdistanê dest bi xebatê bike û kabîna nûh ava bibe.