IMF, 690 milyon dolar pere dide Ûkraynayê

IMF, 690 milyon dolar pere dide Ûkraynayê

PeyamaKurd – IMF krediya bi miqdarê 8,1 milyar dolarî ya ji bo 4 salan di ber çav de derbas kir û bi Ûkrayna re ji bo 690 milyon dolarî ya perçê vê carê li hev kir. Bi qebûlkirina vî miqdarî re, perê bi temamî yê IMF bide Ûkraynayê, miqdarê wê digihê 2,2 milyar dolarî.

Perê bi miqdarê 690 milyon dolarî di asta xebatkaran de ye ku li serê li hev kirine. Niha Ûkrayna dikare xwe bigihîne wî pereyî û di çarçova plana hatiye kirinde serf bike.

Ji ber Ûkrayna di bin bandora şerê bi Rûsya re ye, di her seha jiyana xelkê Ûkrayna de pêdivî bi destek û krediyan heye lê perê ji IMFê distîne jî bi deyne.