Iraq: Armanca me pêkanîna projeya boriya Besra-Pêşxabûrê ye

Iraq: Armanca me pêkanîna projeya boriya Besra-Pêşxabûrê ye

PeyamaKurd - Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim Mihemed Xuzeyir ragihand ku asta hinardekirina petrola welat rojane derbasî ser 3 milyon bermîlan bûye.

Xuzeyir da xuyakirin ku wan çavkaniyên hinardekirinê cihêreng kirine û projeya boriya petrolê ya navbera Besra û Pêşxabûrê ku dê petrolê bi rêya Tirkiyeyê bibe derveyî welat, yek ji armancên wan ên sereke ye.

Di demekê de ku Iraq dixwaze di dahatûyê de kapasîteya xwe ya hinardekirinê bigihîne 5 milyon bermîlan di rojê de, ev pêngav ji ber qutbûna muhtemel a li ser rêyên avî û Tengava Hurmizê wekî gaveke stratejîk tê nirxandin.

Wezîrê Iraqî her wiha bal kişand ser girîngiya veberhênana gaza xwezayî û dabînkirina berhemên sotemeniyê yên navxweyî jî.