Iraq 1.5 milyar dolar ji bo projeya boriya petrolê ya Besra-Hedîseyê veqetand

Iraq 1.5 milyar dolar ji bo projeya boriya petrolê ya Besra-Hedîseyê veqetand

PeyamaKurd - Iraqê 1.5 milyar dolar ji bo dirêjkirina projeya borîya petrolê ya Besra-Hedîseyê bo Tirkiye û Sûriyeyê veqetandiye.

Li gorî daxuyaniyek ji Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrê Iraqê, Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî ji bo şopandina projeya borîya petrolê ya Besra-Hedîseyê serokatiya civînek taybet kir.

Di civînê de, Sûdanî diyar kir ku projeya borîya petrolê ya Besra-Hedîseyê wê barkirina petrola xav bo Bendera Ceyhan a Tirkiyeyê û herwiha bo benderên Baniyas û Aqabayê hêsan û ewle bike.

Di civînê de herwiha biryar hat dayîn ku komîteyek taybet were avakirin da ku çavdêriya pêkanîn û hûrguliyên teknîkî yên projeyê bike.

Mesrefa giştî ya projeyê bi qasî 5 milyar dolar tê texmînkirin, û biryar hat dayîn ku ji bo qonaxa îsal di bin peymana Iraq-Çînê de budçeyek 1.5 milyar dolar were veqetandin.