Ji ber krîza aboriya dinyayê lîsansa Legend Airlinesê betal bû

Ji ber krîza aboriya dinyayê lîsansa Legend Airlinesê betal bû

PeyamaKurd – Ji ber şerê li Rojhilata Navîn, krîza Tengava Hurmizê û zêdebûna maliyeta enerjiya dinyayê sektora hewayî jî ket binê bandora neyînî. Şîrketa hewayî ya bi navê Legend Airlines ku navenda wê Romanyaye ket krîzê û lîsansa wê betal bû.

Otorîta hewageriya sîvîl ya Romanyayê (AACR), demekî dirêje Legend Airlines bi bihabûna benzîna jetan re têdikoşe û hem proseduran dixwaze temambike, di encamê de teslîm bû (AOC) ruxseta wê bi temamî betal kir.

Temamê balafirên şîrketê ji dewra kar derketin û li erdê rawestiyan. Wexta pandemiyê bandora aboriyê li şîrketê kiribû û di ber xwe dida. Şîrket seferên di navbera DYA û Bukreşê de dikir. Li Fransayê navê şîrketê ketibû nava karê qaçaxiyê û xesara zêde dîbû.

Di encamê de niha Legend Airlines îflas kiriye û wê navê ewê êdî di navera şîrketên hewageriyê de nemîne.