FAO: Talûka birçîbûna dinyayê dibe bigihîje 520 milyon kesî

FAO: Talûka birçîbûna dinyayê dibe bigihîje 520 milyon kesî

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şerê li Rojhilata Navîn di salên pêşiya me de wê li ser erdnîgariyekî fireh bandorê bike. Rêxistina Çandiniyê û Xidayê ya Neteweyên Yekgirtî (FAO) ragihand ku eger talûke dewam bike, heya sala 2030an, di dinyayê de, 510-520 milyon kes dikare bi birçîbûnê re rû bi rû bimîne.

Rêvebirê baregeha têkiliyan yê federasyona Rûsyayê yê NY Oleg Kobyakov, li ser ewlehiya xida dinyayê raveyan kir û got texmînên tên kirin ji yên berya krîzê bilindtir in.

Kobyakov, got ku şerê li Rojhilata Navîn, ne tenê di nav dewletên herêmê de dimîne û dikare encamên aboriyên firehtir yên neyînî biafirîne. Bihabûna enerjiya dinyayê, zêdebûna maliyeta gubrê, li ser çandiniyê û bihayên xidayan wê zorê bike. Pêşdeçûnên weha dikare derê derveyê seha şerî.

Kobyakov ragihand ku di sala 2030an de jimara kesên bi birsê re têbikoşin dê bigihê 503 milyonan.

Rayedarê FAOyê girêdayê got; guherîna kêş û hewayê an ku bûyerên hewayî dikare bandora neyînî li ser hilberîna xidayan bike û rewşa kureyî li ser xelkê bêhtir giran bibe.