PeyamaKurd- Berdevkê Daîreya Têkiliyên Derve ya YEyê Anour El Anouni, îro 8ê Çileyê roja Pêncşemê li ser êrîşên hikûmeta Şamê yên ser taxên Kurdan ên Helebê daxuyanî da.
Anoumi ragihand, Yekîtiya Ewropayê bang li aliyên şer û pevçûnan kiriye ku nehêlin rageşî zêdetir bibin û ewlehiya gelê sivîl were dabînkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku YE, girêdayî peymana 10ê Adarê ya di navbera rayedarên Sûriyeyê û HSDê de ya ji bo entegrasyona saziyan û avaniya dewleta nû ya Sûriyeyê ye û piştgiriyê dide lêgerînên ‘çareseriyeke aşitiyane û demokratîk.’
Herwiha hate ragihandin ku tê payîn Serokê Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa roja Înê seredana Şamê bikin.