PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî û Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera, bi rêya telefonê pêwendiyek pêk anîn û rewşa dawî ya Helebê û pêşketinên siyasî yên li Sûriyeyê nîqaş kirin. Di hevdîtinê de Ehmed Şera destnîşan kir ku Kurd beşek yekparçeyî û pêkhateyeke bingehîn a Sûriyeyê ne; wî pabendbûna dewletê ji bo misogerkirina hemû mafên neteweyî, siyasî û sivîl ên Kurdan bi awayekî wekhev ligel pêkhateyên din ragihand.
Serok Mesûd Barzanî jî kêfxweşiya xwe li her nêzîkatiya Şera anî ziman û piştgiriya xwe ji bo avakirina dewleteke berfireh û demokratîk nîşan da ku hemû alî tê de beşdar bin. Barzanî tekezî li ser giringiya berdewamiya şêwirmendiyê kir da ku aştiya civakî were parastin û berjewendiyên hemû pêkhateyan di Sûriyeya nû de werin misogerkirin.