PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di rêya telefonê de, bi balyozê DYAyê yê Ankara ku hem nûnerê taybet yê Amerîkayê li Sûriyê ye, bi Tom Barrack re di rêya telefonê de axifî. Mijara wan li ser êrîşên ser Kurdên Helebê bû.
Li gor ragihandina baregeha Barzanî; di axaftinê de, rewşa herêmê, ya Sûriyê û rûdanên li Helebê bi taybetî li ser êrîşên ser Kurdan axifîn.
Di axaftinê de, her dû jî li ser dawîanîna rewşa heyî, wê çawa rewş normal bibe, ewlehi, îstîqrar û bo çêkirina aştiyê, divê xebat bêkirin û li ser mijaran bûn hemfikir.