PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser geşedanên dawî yên li taxên Kurdan ên li Helebê daxuyaniyek da û banga aramiyê kir.
Trumpê ku di civînekê de li Qesra Spî ku li gel rêvebirên şirketên petrolê pêk anî, destnîşan kir ku ew dixwazin şer û tundûtûjiya li Sûriyeyê raweste. Trump her wiha diyar kir ku Amerîka bi her du aliyan re, hem bi Kurdan û hem jî bi hikûmeta Şamê re, xwedî têkiliyên baş e û got:
Em dixwazin di navbera Kurdan û hikûmeta Sûriyeyê de aştî çêbibe û krîza ku nû dest pê kiriye bi dawî bibe."