Li Kermanşahê, Îranê di çalakiyan de herî kêm 5 Kurdan kuşt

Dîroka Weşanê :
Li Kermanşahê, Îranê di çalakiyan de herî kêm 5 Kurdan kuşt

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Kermanşahê li taxa Dareh Derazê, di çalakiyên bihatiya jiyanê de, hêzên Îranê herî kêm 5 Kurdan kuşt.

Kesên di çalakiyan de şehîd ketine navên wan; Keywan Rezayî, Yasin Mirzayî, Behroz Safeyî, Saman Nazarî (23) û Sayyad Faramarzi ne. Hat ragihandin u piraniya nişteciyên taxê Kurdên Yaresanîne.

Hengawê ragihand ku di 8ê mehê de, êvarê li taxa Dareh Derazê di çalakiyan de, hêzên qolordûya Nabî Ekrem raste rast bi çekan li çalakvanan daye.

Di çalakiyan de, kesê bi navê Aram Fethî ji aliyê Îraniyan de hatiye birîndar kirin, ew birine ciyekî nediyar û heya niha jê ti agahî nîne.

Di protestoyan de heya niha li Kermanşahê 41 kes birîndar bûne û li nexweşxana Taleghanî tedawî dibin. ji birîndaran rewşa Muhammed Mîrî û Afşar Necefî girane.