PeyamaKurd- Piştî lihevkirina agirbestê veguhestina birîndarên taxa Şêx Meqsûd a Helebê ku hêzên ewlekariya hundirîn jî vekişiyan, doaxuyanî hate dayîn.
Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Helebê (Asayîş) yên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê de hate gotin ku ew ê berxwedana xwe bi rê û rêbazên cuda berdewam bikin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji roja 6ê Çileya 2026an ve çeteyên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê bi piştgiriya balafirên keşfê yên dewleta Tirkiyeyê, tank, top, tirimbêlên zirxî û hemû cûre çekên giran, herwiha tevî hezaran çete li dijî taxa me dest bi êrişekî hovane kir. Bi van êrişan dihat armanckirin ku gelê me yê taxê rastî qirkirinê bikin û demografiya taxê biguherin û rûmeta gelê me bişkînin. Lê belê hêzên me li ser biryara Encûmena Gel a Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê biryara berxwedanê û parastina rûmeta xwe da."
Hêzê behsa çalakiyên fedayî kir û got: "Li ser vê yekê berxwedaniyeke fedayiyane hate raberkirin û hêzên me bê dudilî ji bo parastina taxê û rûmeta gelê me canê xwe feda kir. Bi ti awayî serî nehat tewandin û radestkirin nehate qebûlkirin. Wê agahiyên der barê nasnameya şehîdan jî bi raya giştî re were biparvekirin."
Hate diyarkirin: "Di vê pêvajoya şer de gelê me yê ku rastî êrişên dijwar hat gelek birîndar û şehîd dan û ji bo dermankirina birîndaran li tekane nexweşxaneya taxê ya bi navê Xalid Fecir kom bûn. Çeteyan bi dehan car bi çekên giran û herwiha bi balafirên Beyreqdar ên dewleta Tirkiyeyê êrişî vê nexweşxaneyê kirin û hewl dan tê de komkujiyan bike."
Asayîşê li ser lihevkirinê got: "Herî dawî ji bo ku rê li ber komkujiyan were girtin û birîndar, sivîl, jin û zarok ji nexweşxaneyê werin derxistin û bi saxlemî derbasî qadên bi ewle werin kirin agirbesteke qismî hat ragihandin. Hêzên me bi hestyariyeke mezin nêzîkî agirbestê bûn û nexweşxaneya Xalid Fecir hate valakirin."
Di dawiya daxuyaniyê de jî wiha hate gotin: "Wê ji vir û şûn de jî heta dawî hêzên me ji bo parastina vîna azad a gelê xwe û rûmeta xwe li ser şopa şehîdên xwe bê dudilî li ber xwe bide. Wê bi rê û rêbazên cûda têkoşîn û berxwedana hêzên me berdewam bike."