Karwana Kurdên Helebê gihîşt Rojavayê Kurdistanê

Dîroka Weşanê :
Karwana Kurdên Helebê gihîşt Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd- Piştî lihevkirina ser taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê ya Helebê, karwana ku kesên di êrîşan de can dane û birîndar û hêzên ewlehiya hundirîn di nav de bû, gihîşt herêmên Rêveberiya Xweser û ji bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.

Li gorî medyaya Rojavayê Kurdistanê, konvoya ji şehîd, birîndaran û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê pêk tê, gihîşt herêmên Rêveberiya Xweser û ji bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.

Piştî şerê dijwar ê şeva 10 Çileyê  agirbestek demkî di navbera Hêzên ewlekariyê ya Şêxmeqsud û û Hikumeta Demkî de çêbû.

Hate zanîn ku karwana taxên Helebê, li deriyê bajarê Dêr Hafirê yê Tebqayê, Karwan hatüe pêşwazî kirin. Piştre jî Heyva Sor a Kurd birîndar rakirin nexweşxaneyan.