PeyamaKurd - Di demekê de ku gera nû ya danûstandinan di navbera Îran û DYA de, bi navbeynkariya Pakistanê, nêzîk dibe, Serokkomarê Îranê Mesûd Pazaşkiyan û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf wê îro bi rêya telefonê biaxivin.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî û Wezîrê Derve yê Pakistanê Mihemed Eshaq Dar îro (Yekşem, 19ê Nîsana 2026an) bi rêya telefonê axivîn.
Di vê axaftinê de, tê gotin ku aliyan li ser gavên dawî yên ku ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyên li herêmê werin avêtin, nêrînên xwe parve kirine.
Wezîrê Derve yê Pakistanê girîngî û pêwîstiya berdewamiya danûstandinan ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmî yên heyî ji bo avakirina aştî û ewlehiyê li herêmê tekez kir.
Di heman axaftina telefonê de, Eshaqçî û Eshaq Dar diyar kirin ku Serokkomarê Îranê û Serokwezîrê Pakistanê wê îro bi rêya telefonê li ser gavên din ên di danûstandinên ku ji bo roja Sêşemê li Îslamabadê hatine plankirin biaxivin.