Îranê 7 şertên bo danûstandinan radestî Amerîkayê kir

Îranê 7 şertên bo danûstandinan radestî Amerîkayê kir

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Muhsin Rîzayî ragihand ku welatê wî ji bo destpêkirina her cure danûstandinan 7 şert destnîşan kirine û ev şert bi fermî ji hikûmeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re hatine ragihandin.

Rîzayî da xuyakirin ku ji bo DYA ji rewşa zor a ku tê de ye derkeve, divê maf û şertên Îranê qebûl bike.

Di heman demê de Rîzayî got ku ew ji bo her şerî amade ne û pejirandina şertên Îranê bi qezenca Washingtonê ye.

Ev pêşveçûn di demekê de tê ku tê çaverêkirin Wezîrê Navxwe yê Pakistanê Muhsin Naqvî ku di navbera Îran û DYA de rola navbeynkariyê dilîze, serdana Tehranê bike.