PeyamaKurd – TÜİK û wezareta bazirganiya Tirkiyê rêjeya bazirganî yê meha Sibat a 2026an aşkera kir. Kêmasiya bazirganiya ku bo welatên derve ya Tirkiyê, li gor sala borî û heman mehê %15,9 zêde bû û bû 9 milyar û 31 milyon dolarî.
Di bazirganiya welatan de divê di navbera îxracat û îtxalatê de mêzênekî hebe lê ya Tirkiyê bersiva îxracatê ya li hemberê îtxalatê ji %72,7an daket %70yan.
Li gor rêjeyên giştî yên bazirganiya Tirkiyê yên di sîstema bazirganiya giştî de; di meha Sibatê de li gor Sibata sala borî, bazirganî %1,5 zêde bûye û gihaye 21 milyar û 49 milyon dolarî. Îxracata di heman mehê de %5,5 zêdetir bûye û gihaye 30 milyar û 80 milyon dolarî.