Kurdistan | 500 hezar karmend li ‘Hejmara Min’ hatin tomarkirin

Kurdistan | 500 hezar karmend li ‘Hejmara Min’ hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Projeya Hejmara Min ragihand ku li Silêmanî, Hewlêr û Duhokê 500 hezar karmend hatine tomarkirin û bûne xwedî hesabên bankê.

Projeya Hejmara Min îro 16ê Îlonê ragihand, li Silêmanî, Hewlêr û Duhokê 500 hezar karmend di Projeya Hejmara Min de hatine tomarkirin.

Hate gotin ku armanc ew e di demek nêz de ji zêdetirî 1 mîlyon karmendê sektora giştî re jî hesabên bankê bên vekirin.

Projeya Hejmara Min yek ji projeyên stratejîk ên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya dayîna mûçe û bihêzkirina aboriya sektora giştî ye.

Bi projeya Hejmara Min re tê xwestin ku sektora bankî û aboriya Herêma Kurdistanê bê baştirkirin û tora amûra dana pereyan li hemû navçe û bajaran berfireh bibe.