Li Tirkiyê operasyona pîvazan

Li Tirkiyê operasyona pîvazan

PeyamaKurd - Krîza aborî ya li Tirkiyê ku ev demeke xwe di bihayên berhemên xwarinê de nîşan dide, her diçe li ser curbecur berhemên ser sifreyên hejaran jî xwe dide der.

Ev çend roj in bihabûna pîvazan ji 2 lîreyan bo 5 lîreyên tirk ketiye rojevê ku tê çaverêkirin bihayê pîvazan hîn jî zêdetir bibe.

Li ser bihabûna nirxê pîvazan Wezareta Darayî ya hikûmeta Tirkiyê ket tevgerê bi hinceta ku bazirgan pîvazan depo dikin ji bo bi bihayê zêdetir bifiroşin, operasyonek li ser depoyên pîvazan pêkanî.

Li gor medya tirk, tîmên wezareta darayî û bazirganî bi ser 24 depoyên pîvazan ên li navçeya Polatli ya Enqereyê de girtine ku tê diyarkirin, di wan depoyan de 250 hezar ton pîvaz heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin