Protestoyên kustina Floyd di roja sêyem de jî didomîn: Trump gef xwar!

Protestoyên kustina Floyd di roja sêyem de jî didomîn: Trump gef xwar!

PeyamaKurd – Li Amerîkayê piştî ku roja Duşemê zilamekî çermereş ê 46 salî George Floyd li bajarê Minneapolisê ji aliyê polîseke çermespî yê nijadperest ve hat kuştin, protesto gihîştin asteke metirsîdar.

Piştî belavbûna vîdyoya ku polîsek pêlî serê zilamekî çermereş dike û bi fetisandinê dibe sedema kuştina wî, 3 roj in xwepêşandanên protestoyî li Amerîkayê têne lidarxistin.

Di protestoyan de îro 29ê Gulanê jî gelek avahî hatin şewitandin û li bajarê Minneapolîsê qereqola polîsan ji aliyê xwepêşanderan ve hat dagirkirin.

Heta niha gelek xwepêşander hatine binçavkirin ku doh jî xwepêşandarek hatibû kuştin û hejmarek jî birîndar bûbûn.

Hikûmeta Amerîkayê ji bo kontrolkirina protestoyan Yekîneyên Parêzvaniya Netewî şand bajarê Minneapolîsê û Serokê Amerîkayê Donald Trump jî xwepêşander wekî ‘rêbir’ bi nav kir û gef li xwepêşanderan xwar.

Trump got, “Heger şêlandin destpê bike, wê gulereşandin jî dest pê bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin