PeyamaKurd- Serokê şîrketa dewletê ya petrolê ya dewleta Meksîkayê, şîrketa bi navê Petroleos Mexicanosê, Octavio Romero ragihand ku di seha petrolê ya li eyaleta Tabascoyê ya bi navê Quesquiyê de, petrola bi miqdarê 500 mîlyon varêlê hatiye dîtin. Seha navborî li Kendava Meksîkayê ye.
Romero got ku wê di seha nû ya petrolê de ku nû hatiye keşfkirin 11 bîrên petrolê bên kolandin. Firehiya sehayê 34 km2 ye. Bîra yekê di meha hezîranê de hatiye kolandin ku rojane 4 hezar û 500 varêl petrol jê tê derxistin.
Wê heya sala 2021 ê ji sehayê 110 hezar varêl petrol, 11,61 m3 xaza xwezayî bê hilberîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin