PeyamaKurd - Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz ragihand ku wan di hefteyên dawî de ji bo vegera penaberan û ji nû ve avakirina Sûriyeyê bernameyeke hevbeş û berfireh amade kiriye û ev bername niha di qonaxa pêkanînê de ye.
Serokwezîr Friedrich Merz, li paytext Berlînê ligel Serokomarê Sûriyeyê Ehmed El-Şera yê ku ji bo serdaneke fermî li Almanyayê ye civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xist.
Merz diyar kir ku Sûriyeyiyên ku ji ber şer li Almanyayê bicih bûne wê di avakirina Sûriyeyê de roleke girîng bilîzin û Almanya dê alîkariya wan kesên ku dixwazin vegerin welatê xwe bike.
Merz got: "Em bi hev re dixebitin da ku Sûriyeyiyên li Almanyayê dijîn karibin vegerin welatê xwe. Piştî salên dirêj ên wêrankirina kargeh, dibistan û nexweşxaneyan, ev kes dê li Sûriyeyê bibin xwedî roleke çalak."
Merz eşkere kir ku şandeyeke hikumeta Almanyayê dê di rojên pêş de serdana Sûriyeyê bike û da zanîn, di hevdîtina bi Şera re ew bi taybetî li ser wê yekê sekiniye ku projeyên hevbeş ên pêşerojê bi hebûna "serweriya qanûnê" ve girêdayî bin.
Merz got ku piştî vê hevdîtinê, ew bawer dike ew dikarin li Sûriyeyê serweriya qanûnê pêk bînin.
Hêjayî gotinê ye, li Almanyayê nêzîkî yek milyon Sûriyeyî dijîn û Merz beriya niha gotibû ku ji ber bidawîbûna şerê navxweyî, êdî hinceta penaberiya Sûriyeyiyan li Almanyayê nemaye.