JP: Şam çavkaniyên welat ji bo avakirina artêşeke mezin bi kar tîne

JP: Şam çavkaniyên welat ji bo avakirina artêşeke mezin bi kar tîne

PeyamaKurd - Li gorî nûçeya The Jerusalem Post ku dispêre çavkaniyên ewlehiyê yên Îsraîlê, rêveberiya Şamê ji bilî xebatên nûveavakirina binesaziyê, giranî daye ser pêşxistina kapasîteya xwe ya leşkerî.

Di nûçeyê de tê îdiakirin ku armanca serokatiya Sûriyeyê ew e ku bi avakirina artêşeke bi hêz û bidestxistina alavên pêşketî kapasîteyeke nû ya leşkerî ava bike û ev rewş di nava saziyên ewlehiyê yên Îsraîlê de dibe sedema fikaran.

Her wiha hat diyarkirin ku Îsraîl nêzîkbûna Şamê ya bi welatên Ewropa û Kendavê re, her wiha têkiliyên wê yên bi Amerîkayê re dişopîne, lê belê rayedarên Sûriyeyê diyar kirine ku ew bi xebatên parastina serwerî û avakirina artêşa xwe ve mijûl in û naxwazin tevlî aloziyên herêmî bibin.