PeyamaKurd – Wezîrê Xezînê yê DYAyê Scott Bessent di bernama televizyona Fox Newsê de, li ser kiryarên Îranê daxwuyanî da û got ku Îran bi bombekirina welatên Kendavê yên cîranên xwe, xetayekî mezin kir.
Bessent di bernamê de ragihand ku wexta Îran li welatên cîranên xwe xist û wan bombe kir, ew welatên Kendavê temamê agahiyên Îranê yên peran, ji bo DYA dest deyne ser wan heyiyên Îranê, agahiyan teslîmê DYAyê kirin. Bessent got:
“Dema Îran dest bi bombekirina cîranên xwe yên Kendavê kir, hesabê xwe şaş kir. Li hemberê vê kiryara Îranê, ji ber cîranên Îranê bi nermî tevgeriyabûn û hiştibûn perê rejîm û artêşa Îranê bikeve bankayên wan, ji me re gelek bi camêrî tevgeriyan. Derketin pêş û temamê agahiyan dan me û îznê dan ku em heyiyên Îranê bicemidînin.”