PeyamaKurd – Nirxê bermîla petrola brent piştî demeke dirêje dîsa bilind bû û gihîşt 44 dolaran Amerîkî.
Piştî ku Enstûtiya Petrolê ya Amerîkayê (American Petroleum Institute – API) 6ê Mijdarê agihand ku rêjeya petrola xam heftane 5.15 milyon bermîl kêm bûye, bihayê cureya petrola Brent zêde bû û piştî demeke dirêje ji nû ve derket ser 44 dolaran.
Herwiha nirxê petrola Rojavayê Teksasê jî 41 dolaran derbas kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin