PeyamaKurd - Hêzên Pêşmerge bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Çiyayê Qereçûxê li sînorê Mexmûrê li dijî rêxistina DAIŞê operasyonek pêk anî.
Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Eniya Mexmûr-Guwerê Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand ku derdora seat 18.00an Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê operasyon kirine.
Sîrwan Barzanî diyar kir firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê di operasyonê de hevkariya Hêzên Pêşmerge kirine.
Barzanî da zanîn ku di encama opeasyonê de 3 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û termê wan jî ketine di destê Pêşmerge de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin