Demirtas: Min li ber Erdogan serî nedanî, li vir jî rûmeta xwe nadim binpêkirin...

Demirtas: Min li ber Erdogan serî nedanî, li vir jî rûmeta xwe nadim binpêkirin...

PeyamaKurd - Di roja duyemîn de parastina Selahattîn Demirtaş li Dadgeha Enqerê berdewam dike. Demirtaş, li ser binpêkirin û guhnedana biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) rexneyên tund li dadgehê kirin û got, “Heger hûn dibêjin, em biryara DMMEyê nas nakin, eşkere binivîsin.”

'HÛN DADGEHÊ JI BO TESFIYEKIRINA MIN BIKAR TÎNIN'

Demirtaş di parastina xwe de, diyar kir ku heyeta dadgehê eşkere bide şirîkê tawanê û wiha pê de çû: “Hûn erka xwe ya dadweriyê ji bo tesfiyekirina nasnameya min a siyasî û hilbijêrên deng dane min bikar tînin, daku deshilatdaran bihêz bikin. Hûn guh nakin îtirazên me. Bi biryara we ya qebûlnekirina daxwaza me ya redkirina dadwer derket holê ku hûn siyasetmedar in. Yên parêzvanê hiqûqê jî em in.”

'JI ALIYÊ 3 AKPIYAN VE HDPÎYEK TÊ DARIZANDIN'

Selahattîn Demirtaş got ku ji ber nebûna şert û mercên dadgehkirina adil, tevî hebûna delîlên wî jî ew ne bi dilê xwe parastina xwe dike ku niha li dadgehê ji aliyê 3 AKPyiyan ve HDPiyek tê darizandin.

'MIN LI BER ERDOGAN SERÎ DANIYA NIHA LI SERAYÊ BÛM'

Demirtaş cardin da xuyakirin ku ew ji ber helwesta xwe ya siyasî hatiye rêhînkirin û got, “Ji ber ku min li ber Erdogan serî nedanî ez li vir im. Heger min serî li ber Erdogan bidaniya niha li Serayê bûm. Hûn jî nikarin serê min li ber xwe bidin danîn. Nabe ku hûn bi van biryarên xwe yên navberê, li gorî dilê Erdogan darizandinê berdewam bikin.”

'JI XWEDA PÊ VE TIRSA MIN JI KESÎ NÎNE'

Di berdewamê de Demirtaş da zanîn ku 142 sal ceza jê re tê xwestin û got, “Ji we re nabêjim darizandinê bidawî bikin. 142 sal tê xwestin ne wisa? Ger hûn 141 sal ceza bidin wê dilê min bimîne. Henekan nakim, ji Xweda pê ve tirsa min ji kesî nîne, lê ez li vir rumeta xwe bi we nadim binpêkirin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, danişîna dozên li ser Demirtaş doh 12ê Kanûnê destpê kiribû.

Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve hatiye girtin û ev du sal zêdetir e li Girtîgeha Edirne dimîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin