'Hîn bi hezeran DAISî hene û li Sûriye û Iraqê xwe ji nû ve birexistin dikin'

'Hîn bi hezeran DAISî hene û li Sûriye û Iraqê xwe ji nû ve birexistin dikin'

PeyamaKurd – Di rapora saziyên îstixbarata Amerîkayê de hat gotin ku hîn jî bi hezaran terorîstên DAIŞê li Sûriye û Iraqê hene û hê jî DAIŞ hewil dide xwe birêxistin bike.

Berpirsê Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (DNI) Gina Haspel diyar kir ku hîn jî li Suriye û Iraqê bi hezaran terorîstên DAIŞê hene û hewil didin ji nû ve xwe bi rêxistin bikin.

Berpirsê Îstixbarata Netewî (CIA) Dan Coats jî got, "Rêveberiya Tehranê dê li pey berjwendiyên xwe yên herêmê berdewam be û tevî lawazbûna aboriya wê jî dê hêza xwe ya leşkerî bipêş bixe.”

Coats destnîşan kir hîn jî DAIŞ bi hezaran milîtanên xwe di nav hewla xwe ji nû ve sazkirinê de ye.

Serokê CIAyê Haspel got, "CIA hewil dide nehêle terorîstên DAIŞê ji nû ve vegerin şer.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin