PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên û Wezîrê Derve û Koçberan ê Sûriyeyê Esad Şeybanî, îro 29ê Hezîranê li paytexta Sûriye Şamê civiyan.
Di civînê de her du welatan biryara herî krîtîk a heyama dawî da û li ser avakirina komisyoneke teknîkî ya hevpar ji bo nûkirina xetên veguhastina petrolê û zindîkirina binesaziya lojîstîk gihîştin lihevkirinê.
Ji bo ku biryarên hatine standin bi lezgînî bikevin warê cîbicîkirinê, hat ragihandin ku dê desteyeke bilind a kordînasyonê ya hevpar di bin serokatiya her du wezîran (Fuad Husên û Esad Şeybanî) de were avakirin.
Hêjayî gotinê ye, ev pêngav wekî hewldaneke stratejîk a ji bo avakirina entegrasyona aborî ya di navbera Bexda û Şamê de tê nirxandin.