PeyamaKurd – Di navbera hukumeta Iraqê û Sûriyê de ji bo xeta petrolê ya navbera Sûriyê û Iraqê, ji bo ji nûh de çê bikin û bi rêk û pêk bikin, di navbera xwe de peymana lihevkirinê îmza kirin.
Li ser peymnanê balyozxana DYAyê ya Bexdayê peyamekî di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de belav kir û got:
“Di navbera hukumeta Iraqê û Sûriyê de, xeta petrolê ya xam, ji bo ji nûh de teçhiz bikin û ava bikin, peymana ku girêdane û îmza kirine, DYA bi razîbûnê qebûl dike. Ji aliyê avahiyên bingehîn de, projeyekî heyatiye, wê pêwendiyên herêmê û refaha herêmê xwurt bike û îstîqrarê zêde bike. Wê şîrketên Amerîkayê di xebata avakirina xetê de, rola esasî bigrin ser xwe.”