"Vegera Pêsmerge bo serê dijî DAISê pir girîng e"

"Vegera Pêsmerge bo serê dijî DAISê pir girîng e"

PeyamaKurd - Fermandeyê hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn, General Joseph Votel ragihand, ku pir giring e pêşmerge û hêzên ewlekariya Iraqê bi hevre li navçeyên hevbeş li dijî DAIŞê kar bikin. 

Fermandeyê hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn, General Joseph Votel di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Di rojên borî de min serdana Iraqê kir û li gel berpirsan civiyam. Min behsa karê hevbeş ê çareserkirina paşmayên DAIŞê kir. Herwiha min serdana Hewlêrê kir û li gel beşek ji hevbeşên me yên hêzên pêşmerge hevdîtin kir.” 

Votel got: “Pir giring e, ku di çend rojên pêş de hêzên pêşmerge û hêzên Iraqî li gel hêzên me yên hevpeymanan li herêmê li dijî DAIŞê têbikuşin.” 

Derbarê hevkariyên Amerîkayê ji bo Heşda Şebî, ku ev hêz tevlî hêzên hikûmeta Iraqê bûne, Votel diyar kir: “Hikûmeta Iraqê yasaya Heşda Şebî pesend kir û li gorî yasayan ev hêz tevlî hêzên ewlekariyê dibin û ev jî di bin berpirsiyariya hikûmeta Iraqê de ye. Em alîkariya hemû hêzan dikin, ku tevlî hêzên ewlekariyê bûne. Em li gorî rênimayên hikûmetê piştgirî didin Polîsê Federal, artêş û Hêzên Dijî Terorê.” 

Ev daxuyanî di demekê de ye, ku Fermandariya Operasyonên Diyale ragihandibû, ku wan daxwaz kiriye bi beşdarbûna pêşmerge li dijî DAIŞê li Diyalayê operasyon were kirin. 

Lê Fermdariya Hêzên 70 ya Pêşmerge jî dibêje, di vê derbarê de ti kesan li gel wan neşêwiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin