PeyamaKurd- Piştî daxuyaniya Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû ya darbarê Merve Demîrel a di dema binçavkirinê de rastî tacîza polîsekê hat de, kir û polîsê tacîzkar parast, gefên li dijî kesên li hemberî tacîzê derketin berdewam dikin. Merve Demîrel darbarê gef û daxuyaniya Soylû de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û got ku piştî daxuyaniya Soylû, derbarê ewlekariya jiyan û malbata wê de fikarên wê çêbûne.
Demîrel diyar kir ku piştî daxuyaniya midûriyeta polîsan, malbata wê weke hedef hat nîşandan û wiha domand: Ev nayê qebûl kirin. Kesekê ku li vî welatî wezîrtiya karê hûndir dike gefan dixwe û cesaretekê mezin dide mirovên ku bi hestiyar tevnagerin. Ev gotin pêşiya bûyerên hin xerabtir vedikin. Ger tiştek xerab bê jiyîn, gelo dê çawan hesabê vê yekê bidin. Niha tekane derdê min malbata min û birayê min e. Tiştên ji wan re hatin gotin, dibe ku zirarê bide wan. Rayedarên ku daxuyanî dan, bûyerê berevajî dikin. Niha derbarê min û malbata min de fikarên min ên mezin hene.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin