PeyamaKurd- Li Efrînê li gundê Birc El Qasê hemwelatiyekî Kurd tevî 200 heywanên wî de hat revandin.
Rêxistina Mafê Mirovan ragihand ku kesekî bi navê Nezmî Elî ku bi ser grûba muxalefetê ya bi navê Hamzat El ê ve ye, hatiye revandin ku ji gondê Birc El Qasê ya bi ser nahiya Şêrawe ye. Rêxistin di malpera fermî de li ser bûyerê weha ragihand:
“Hemwelatiyê Kurd di navbera gundên Birc El Qas û gundê Bradê de, di dema ku heywanên xwe diçêrand, ji aliyê grûba çekdar de hat revandin. Grûbên çekdar 200 heyawanên kesê revandî jî dizîn.”
Piştî grûbên muxalif yên bi desteka Tirkiyê ketin Efrînê dest bi talan, kuştin, dizî, revandin û destdanîna mal û mulkên xelkê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin