PeyamaKurd - Serok Barzanî bi minasebeta 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanê peyamek belav kir û pîrozbahî li jinên kurd û hemû jinên cihanê kir.
Herwiha Serok Barzanî xebata jinan bo bidestxistina mafên xwe bilind nirxand.
Îro înê 8ê Adarê Serok Barzanî di rûpela xwe ya taybet a twitterê bi minasebata Roja JInan a Cihanê peyamek belav kir.
Peyama Serok Barzanî wiha ye: “Di Roja Jinan a Cihanê da destnîşaniyê bi rola jinên kurd a di tarîxê da dikim ku bo dadperwerî û mafên kurdan xebat kirine. Roja Jinan a Cihanê li hemû jinên Kurdistanê û cihanê pîroz be.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin