PeyamaKurd - Li Serê Kaniyê û Girê Spîya Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê yên bi navê Ceyşûl Wetenî (SMO) ve hatine dagirkirin, bi destê çekdaran Dadgehên Leşkerî hatin avakirin.
Li ser tabelaya Dadgehê jî tenê bi du zimanan nivîs hatiye nivisandin ku di nav de kurdî nîn e.
Dadgeha Leşkerî ya ku li Serê Kaniyê û Girê Spî hatiye avakirin girêdayî Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ye ku Tirkiye di warê aborî û çekdarî de piştgiriya wê dike û piraniya berpirsên wê li Tirkiyê ne.
Li gorî nûçeya Rûdawê di jêr sîwana Dadgeha Leşkerî de dê Dadgeha Tawanan û Dadgeha Lêpirsîn û Vekolînê kar bikin. Dadgeha Tawanan 2 serok û 2 endamên wê hene, Dadgeha Lêpirsîn û Vekolînê dê ji 3 endaman pêk were. Li Dadgeha Leşkerî bi giştî dê 12 dozger kar bikin.
Beriya êrîşên Tirkiyê niştecihên bajarê Serêkaniyê ji %80 kurd bûn. Lê niha komên çekdarên girêdayê Tirkiyê ve dixwazî wekî bajarê Ereban bida nîşandan û ji ber wê jî li ser gelek tabelayan tenê zimanê Erebî û tirkî dinivîsînin.
Di heyama Rêveberiya Xweser de tevî ku hejmareke kêm a Suryan û Ereban hebûn, ligel perwerdeya zimanê Kurdî perwerdeya bi zimanê herdu pêkhateyan jî hebû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin