Serokwezîr Barzanî bi Philippe Goffin re civiya

Serokwezîr Barzanî bi Philippe Goffin re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî li Hewlêrê, Wezîrê Derve û Bergiriyê yê Belçîkayê Wezîrê Philippe Goffin pêşwazî kir.

Goffîn îro piştî serdana Bexdayê derbasê Herêma Kurdistanê bû.

Serokwezîr Barzanî piştî civîna kabîneyê ya li Serokatiya Herêma Kurdistanê hevdîtinek ligel Wezîrê Derve û Berevaniyê yê Belçîkayê Philippe Goffin pêk anî.

Hat zanîn ku di hevdîtinê de, pêwendiyên dualî yên herdu welatên Kurdistan û Belçîkayê û rewşa Iraq û herêmê hatiye gotûbêjkirin.

Wezîrê Belçîkî îro li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Berpirsê Peymangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Berdevkê Hikûmetê Cotyar Adil ve hat pêşwazîkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin