PeyamaKurd- Li herêma Kurdistanê di hilberîna petrolê de ti kêmasî tine lê tenê li hinek deveran xebatên sondajan hatine rawestandin. Li gor musteşarê Çavkaniyên Xwezayî yên Kurdistanê Dr. Beroj Ezîz Sindî ku gotiye; di ti sehayekî petrolê yên DNO û Gulf Keystonê de, hilberîna petrolê ranewestiyaye û hilberîn weka berê dewam dike. Dr.Ezîz Sindî dibêje ku bi sedema daketina bihayê petrolê li hinek sehayan de, xebata sondajê dane rawestandin û weha dewam dike:
“Bi sedema daketina bihayê petrolê li hinek sehayan xebata sondajê bo demekî me da rawestandin. Li her derê dinyayê tiştên weha çêdibe û tişteka ji rêzê ye.”
Bihayê varêla petrolê ku Kurdistan difroşe derve bi 27.85 dolariye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin