PeyamaKurd - Kompaniya petrolê ya Norwêcî DNO ragihand ku wan biryar daye ku li kêlgehên petrolê yên Tawke û Pêşabûrê yên li Herêma Kurdistanê ji nû ve dest bi berhemanîna petrolê bikin.
Ev pêngav piştî vegera kompaniyên wekî Gulf Keystone û HKN hate avêtin.
Tê çaverêkirin ku kompaniya Hunt Oil jî di 8ê Tîrmehê de dest bi xebatên xwe bike. Ji 11 şirketên navdewletî yên li herêmê, 8an ji ber qeyranê çalakiyên xwe dabûn sekinadin.
Niha bi vegera wan a qonax bi qonax, tê texmînkirin ku asta hilberîna rojane ya petrola Kurdistanê bigihîje nêzîkî 170 hezar bermîl petrolê.