PeyamaKurd - Li navçeya Dîgor a bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê piştî barana zêde lehî rabû û di 6 malan û baxçeyan de de xisar çêbû.
Tîmên Rêveberiya Parêzgeha Qersê yên Hawirî û Bajarvaniyê li herêmê xebata tesbîtkirina zirarê dan destpêkirin.
Mixtarê gundê Kocayê Kemal Çagin ku ziyana zêde li wê deverê çêbûye ji medyayê re ragihand ku piştî rabûna lehiyê welatiyan bi xwe pêşiya avê girt, lê feyde nekir û got, “Şikir ji Xwedê re tiştek bi kesî nehat, lê ji aliyê madî ve tiştek ser tiştekî nema."
Dîlan Kaplan a ku avê da binê mala wê jî diyar kiriye ku piştî baranê lehiyê avê daye binê mala wê û got: "Mala min wêran bû êdî em nikarin bikar bînin. Min şeva xwe li mala mirovên xwe derbas kir. Jiyana me serûbino bû, mala me tijî herî bûye. Em li bendê ne ku rayedar dengê me bibihîzin û alîkariya me bikin. Ez vêga nikarim malê paqij bikim."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin