Rojên vekirî yên deriyê Sêmalka hatin diyarkirin

Rojên vekirî yên deriyê Sêmalka hatin diyarkirin

PeyamaKurd - Rêveberiya dergeha Sêmalka-Pêşabûr yê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê ragihand ku ji bo xelkê rojava yên li başûrê Kurdistanê mane, wê rojên Yekşem û Çarşemê derî vekirî be.

Rêveberiya deriyê Sêmalka da xuyakirin, tenê kesên li wir dikarin vegerin, lê belê kesên li rojava wê nekaribinn derbasî başûr bibin.

Rêveberiya dergeha Sêmalkayê diyar kir ku kesên dixwazin vegerin divê saet 8-9ê sibehê li ser bendê kontrolê yê Dara Şikranê amade bin û ji wir bi riya Asayîşa Başûrê Kurdistanê werin ser sînor.

Hêjayî bibîrxistinê ye, bi sedema belavbûna vîrusa koronayê deriyê Sêmalka ji aliyê Rêveberiya Rojava ve hatibû girtin ku ji bo çûnûhatinê û şandina alîkariyan jî hinek astengî çûbûbûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin