Îsraîl: Di rojên agirbestê de 5 leşkerên me hatin kuştin

Îsraîl: Di rojên agirbestê de 5 leşkerên me hatin kuştin

PeyamaKurd - Tevî ku li ser kaxezê agirbest hatibû ragihandin jî, artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di nav du rojên borî de 5 leşkerên wan li başûrê Lubnanê ji aliyê Hizbullahê ve hatine kuştin û 13 din jî birîndar bûne.

Li gorî zanyariyên artêşê, roja înê li nêzîkî gundê Tebniyetê tankeke wan hat armanckirin û di encamê de 4 leşker (Dor Gedelya, Yoav Klein, Liav Kababia û yekî din) jiyana xwe ji dest dan.

Şeva şemiyê jî Hizbullahê bi zêdetirî 50 moşek û guleyan êrîş bir ser xalên leşkerî yên Îsraîlê ku di encamê de leşkerê bi navê Nir Ben Ari hat kuştin û 13 jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê ev liv û tevgerên Hizbullahê wekî "binpêkirina agirbestê" pênase kir û wekî bersivdan, çend bingehên leşkerî û embarên çekan ên rêxistinê li başûrê Lubnanê bi giranî bombebaran kirin.

Ev zirarên canî yên zêde ku tenê 48 saet piştî peymana agirbestê rû dan, nîşan didin ku eniya şer a li ser erdê hîn jî pir germ e û her du alî di rewşa amadebaşiyeke herî bilind de ne.